25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Koriya Başûr kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 25.01.2022 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Çoy Kwanjîn Konsolê Giştî yê Koriya Başûr li Hewlêrê kir ku erkê wî bidawî tê.

Di hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî malavayiyê spasî kar û hew‌lên wî yên ji bo pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel Koriya Başûr û hêviya serkeftinê li erkê wî yê nû de xwest. Her wiha balkişand li ser rola Tîma Zeytûn ya Serbazî ya Korî û Ajansa Koica û gel û Hikûmeta Koriya Başûr kir ku hevkariyan pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirine.

Ji aliyê xwe ve Konsulê Giştî yê Koriya Başûr, spas û pêzanînên xwe ji bo Serok Nêçîrvan Barzanî û aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê dûpat kir ku di dema erkê xwe da, hevkar û piştevanê wî bûn û hêvî xwest peywendiyên welatê wî li gel Herêma Kurdistanê pêşketîtir bibin.

Nûçeyên têkildar