Nêçîrvan Barzanî: Herdema pêwîst be em dê serdana Bexdayê bikin

Civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê, îro roja çarşemiyê 27.02.2013ê li bajarê Hewlêrê, bi amadebûna İmad Ehmed cîgirê serokêwezîr, di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê de civiya.
Di destpêka civînê de serokwezîrê Kurdistanê behsa meseleya budceya hikûmeta federal a İraqê kir û got:
- Hikûmeta İraqê pereyê heqdestê wan kompaniyên di warê neftê de li herêma Kurdistanê kar dikin, nexistiye nav reşnivîsa qanûna budceya hikûmeta federal. Hikûmeta herêma Kurdistanê tekîdê li ser cîbocîkirina wê rêkeftinê dike ku, berya nuha di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federala İraqê de hatibû îmzakirin û li gor wê rêkeftinê divê hikûmeta federal a İraqê pereyê heqdestê wan kompaniyan bide.
- Hikûmeta herêma Kurdistanê hertim bi wê yekê re ye ku, hemû pirsgirêk bi rêya diyalogê bên çareser kirin. Em hêvî dikin ku, ew şandeya herêma Kurdistanê ku nuha li Bexdayê ye digel hikûmeta federal wê pirsê çareser bikin.
Li dor serdana xwe bo Bexdayê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê got:
- Em di yek welat de dijîn û serdana Bexdayê pêwîstî bi vexwandinê nîne. Kengî pêwîst bike, ji boma çareserkirina pirsgirêkan û danûstandinan, em amadene serdana Bexdayê bikin. Me problem digel Bexdayê hene û divê ew problem bên çareserkirin, ji bo vê jî, bê guman, serdan û civîn pêwîst in. Vêça herdema dema serdanê hat diyarkirin, em dê serdana Bexdayê bikin.
Di civînê de bernameyê wezareta karebê ya hikûmeta herêma Kurdistanê hat minaqeşekirin û di vê çarçoveyê de serokwezîrê Kurdistanê tekîd li ser wê yekê kir ku, pêwîste kareba bi awayekî rêkxistî, li gor daxwaziyan, bi kêmtirîn girftarî û kêmasî bigihîje hemû hevwelatiyan.
Serokwezîr got ku, divê wezareta karebê giringiyê bernameya karebê bide û divê sîstemeke saxlem ji bo komkirina dahatiniyê karebê bê danan û her kes bi wê sîstemê û dana pereyê karebê pabend be.
İmad Ehmed cîgirê serokwezîrê Kurdistanê derbarey komkirina pereyê karebê got ku, sistiyek di sîstema komkirina dahatiniyê karebê de heye û divê wezareta karebê bi awayekî rêxistinî û aktivtir dahatiniyê karebê kom bike daku, weke pêwîst kareb bê serif kirin.
Di civîna civata wezîran de tekîd li ser pilanekê bo zêdekirina dahatiyan û kêmkirina xerciyan li wezaretên herêma Kurdistanê hat kirin.




