Mesrûr Barzanî û şandeya Lubnanê pêşxistina pêwendiyan gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li wezîrê Dadê yê Lubnanê kir û amaje bi rola giringî ya desthilata dadweriyê li Herêma Kurdistanê kir, ku desthilatekî serbixwe ye.
Îro Duşema 24.01.2022yê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li dadwer û Wezîrê Dadê yê Lubnanê Hinrî Xûrî û şandeya pê re kir, ku pêkhatibû ji serokê encûmena dadweriya Lubnan û cîgirê emîndarê giştî yê Komkara Erebî.
Şandeya Lubnanê behsa giringiya pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistan û Lubnanê di warên cuda de kir ku bi taybetî pêşxistina hemahengiya di warê desthilata dadwerî û sûdwergirtin ji şarazayî û ezmûnên hevdu kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel amaje bi rola giringiya desthilata dadweriyê li Herêma Kurdistanê, ku desthilatekî serbixwe ye û amadebûna hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo bihêzkirina alîkarî û hemahengiya li gel desthilata dadweriya Lubnanê nîşan da.




