Mesrûr Barzanî ji ber êrîşên terorîstan li Iraq û Sûriyê dilgiran e

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser baştirkirina awayên parastina Herêma Kurdistanê ji gefên terorîstan ligel, Wezîrê Pêşmerge û Wezîrê Navxwe civiya û ji ber zêdebûna êrîşên terorîstên DAIŞê dilgiraniya xwe nîşan da.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro, li gel Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed û Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl civiya.
Di civînê de rewşa dawiyê ya Iraq û Sûriyê , bi taybet gefên terorîstên DAIŞê hatin gotûbêjkirin.
Mesrûr Barzanî dilgiraniya xwe li hember zêdebûna êrîş û kiryarên DAIŞê li Iraq û Sûriyê nîşan da û tekezî li ser giringiya bihêzkirina hêzên berevaniyê û tundkirina rêkarên parastina Herêma Kurdistanê ji gefên DAIŞê kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêwîst dibîne, ew li gel Hikûmeta Federal a Iraqê û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di peywendiyeke bihêz û berdewam de bin bo rûbirûbûna gef û metirsiyên DAIŞê.




