Serok Barzanî û Hadî Amirî avakirina hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Hadî Amirî kir û di wê hevdîtinê de pêngavên avakirina hikûmeta nû ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.
Îro Dûşema 17.01.2022 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Hadî Amirî Serokê Hevpeymaniya Fetih kir.
Di hevdîtinê de, derbarê pêngavên dawî yên li nav proseya siyasî û avakirina hikûmeta nû û hevahengiya di navbera pêkhatên Iraqê de gotûbêj hatin kirin.




