Serokwezîrê Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Lîtwanya pirsgirêka koçberan gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Îro Duşema 17.01.2022yê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li wezîrê derve yê Lîtwaniyayê kir.
Di civînê de giftûgo derbarê prosesa siyasiya Iraqê, pêşxistina têkiliyên du alî û pirsgirêkên Koçberan li Ewrupayê hat kirin.
Her di heman civînê de Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadebûna Herêma Kurdistanê bo hemahengiya pêwîst li gel welatên Yekîtiya Ewrupayê bo çareserkirina pirsgirêka Koçberan diyar kir û tekezî li ser girîngiya pêşîgirtina li koçkirina neyasayî û bazirganîkirin bi mirovan kir û balkêşand ser vê yekê jî ku di vî warî de Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêkarên tund ên qanûnî girtiye ber.
Di berdewamiya civînê de Wezîrê Derve yê Lîtwaniyayê Gabrielius Landsbergis spasiya hemahengî û hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel welatên din yên YE bo çareserkirina pirsgirêka Koçberan û asankarîkirin bo vegera dilxwazî ya hijmareke zêde ya koçberan li ser sînorê Belarûsyayê û welatên YE bo Herêma Kurdistanê kir.
Wezîrê Derve yê Lîtwaniyayê herwiha amadebûna welatê xwe jî bo pêşdebirina têkiliyan li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê di wan waran de ku cihê girîngiya hevbeş in bo herdu aliyan bi taybetî di warê xwendin û perwerdehiyê de, diyar kir.




