Mesrûr Barzanî û balyozê Brîtanya: Divê hikûmeta nû ya Iraqê pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê çareser bike

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Balyozê Iraqê li Brîtanyayê Mark Brayisn Rîçardsin dawî guherîn û rûdanên Iraq û hewlên pêkanîna hikûmeta nû gotûbêj kir.
Îro Yekşema 16.01.2022an Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanyayê li Iraqê Mark Brayisn Rîçardsin kir. Di civînê de Konsulê Giştî yê Brîtanyayê Deyivd Hant jî amade bû. Herwiha dawî guherîn û pêşketinên li Iraqê hilbijartinên desteya serokatiya encûmena nûneran û hewlên pêkanîna hikûmeta nû Iraqê gotûbêj kir.
Herweha herdu aliyan tekezî li ser giringîya pêkanîna hikûmetekê kiriye ku xizmeta hemû hemwatî û pêkhateyên li Iraqê bike û arîşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê çareser bike li ser çareseriya binemaya destûrê.
Herwiha di civînê de gotûbêj li ser çareseriya pirsa koçberan û helwêsta Brîtanyaya ya li ser wê pirsê jî hat kirin bi taybetî rêgirîya rêxistinan ji bo wergirtina mafên penaberiyê.
Çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşketina peywendiyên dualî di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê de hatin gotûbêjkirin.




