25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Brîtanya rewşa Iraqê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Yekşema 16.01.2022 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Mark Bryson Richardson Balyozê Brîtanya li Iraqê û şanda ligel de kir.

Di civînê de pêşhatên dawî yên rewşa siyasî, proseya hilbijartina desteya Serokayetiya Parlemena Iraqê, guftûgoya aliyan ya ji bo hengavên paşerojê ya proseya siyasî û hilbijartina Serok Komar û pêkanîna hikûmetê, peywendiyên Hewlêr – Bexda û peywendiyên Brîtanya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê guftûgo kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser girîngî û pêwîstiya aramiya siyasiya li Iraqê û hebûna bawerî û têgihiştina hevbeşiya aliyan û pêkhatan ya ji bo birêveçûna proseya siyasî û niha û paşerojeke baştir ya ji bo welat kir.

Herdu alî hevnerîn bûn li ser girîngiya yekhelwestî û yekrêziya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li Bexda û hêvî xwestin guftûgo û hewla hêzên siyasiyan û hevdû têgihiştina hevbeş û aramiya siyasî li gel xwe da bîne, her wiha behsa ewe jî kirin ku dostên Iraqê bi girîngiyê ve li guftûgoya aliyên Iraqiyan dinêrin.

Balyozê Brîtanya li Iraqê pêgiriya welatê xwe ya bi berdewamiya karkirina li gel Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat kir û spasî rola Serok Nêçîrvan Barzanî ya li proseya çaksaziya Wezareta Pêşmerge da kir û berdewamiya piştgîriya welatê xwe ji bo rêxistina Pêşmerge derbirî.

Pêşhatên emnî yên vê dawiyê û bi armancgirtina baregeha nûnerên dîplomasî û baregeha aliyên siyasî li Bexda, rewşa pejika kovid-19, pirsa koç û rewşa navçeyê bi giştî, mijareke dinê civînê bû ku têda birêzan Konsolê Giştî û Şêwirmendê Berevaniyê li Konsulxaneya Giştî ya Brîtanya li Hewlêrê amade bûn.

 

Nûçeyên têkildar