25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Seroka Komîsyona Amerîkî ya ji bo Azadiya Olî li ser rewşa Sûriyê axivîn

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Seroka Komîsyona Amerîkî ya ji bo Azadiya Olî kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan behsa rewşa siyasî ya Sûriyê û rewşa xelkê û peywendiya di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê kirin.

Îro Yekşema 16.01.2022 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xanim Nadine Maenza Seroka Komîsyona Amerîkî ya ji bo Azadiya Olî kir.

Di hevdîtinê de Seroka Komîsyona Amerîkî ya ji bo Azadiya Olî pêzanînên xwe ji bo siyaseta Serok Barzanî û rola dîrokî ya malbata Barzanî ya di kûrkirina bihevrejiyana olî û parastina azadiya neteweyî û olî ya li Kurdistanê, hebû.

Herwiha Nadine Maenza qurbanîdana Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de û di mêhvandariya xelkê Kurdistanê û hewandina bi sedan hezar koçberan de, bilind nirxand.

Her di vê hevdîtinê de, di derbarê rewşa olan û pêkvejiyana pêkhatan li Kurdistanê û berdewambûna çanda bihevrejiyanê de gotûbêj hat kirin.

Rewşa siyasî ya Sûriyê û rewşa xelkê û peywendiya di navbera aliyên siyasî yên Kurdî yên Sûriyê de mijareke dinî hevdîtinê bû.

 

Nûçeyên têkildar