Serok Barznaî pêşwazî li siyasetmedarê Iraqê Izet Şabender kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li kesayetiya Iraqê Izet Şabender kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan behsa proseya siyasî ya Iraqê kirin.
Îro Şemiya 15.1.2022 Serok Mesûd Barzanî li Selahedîn pêşwazî li kesayetiya siyasî ya Iraqê Izet Şabender kir.
Di hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên li pêşiya proseya siyasî û encamên hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê di Cotmeha borî de, hatin gotûbêjkirin.
Her di wê hevdîtinê de, Serok Barzanî û Izet Şabender behsa riyên çareseriyê ji bo derbaskirina kirîz û astengiyên li pêşiya proseya siyasî ya Iraqê kirin.




