Li Sineyê ji ber vexwarinên bê kontrol 8 kes mirin

Rojhelatê Kurdistanê-KDP.info/ Rejîma Êranê ya ku li vexwarina şerab û vexwarinên din ên bi alkol qedexe kiriye, li Rojhelatê Kurdistanê jî rê li ber karînan madeyên hişber û vexwarinên bê kontrol vedike. Herî dawî li Sineyê derdora 50 kesên ku ji ber vexwarina şerabê jehrî bûn rakirin nexweşxaneyê û ji wana 8 kes jiyana xwe ji dest dan.
Li gor ajansa Firatnews roja 23’yê sibatê li Sineyê 50 kesên ku ji ber vexwarina şerabê jehrî bûn rakirin nexweşxaneyê û ji wana 8 kes jiyana xwe ji dest dan.
Rejîma Êranê ya ku di qanûnên xwe de vexwarina madeyên bi alkol û madeyên hişber qedexe dike, lê Rojhilatê Kurdistanê li gel ku çavê xwe lê digire, di bin çavdêriya artêşê û dezgehên sixûrî de bazirganî û belavkirina van madeyan tê kirin




