Malikî bo Enbar hêzeke wek a Operasyonên Dîcle pêk tîne

Enbar-KDP.info/ Wek Hêza Operasyonên Dîcle ya li sînorê parêzgeha Kerkûkê, Malikî li Rumadiyê Hêza Operasyonên Cezîre ava dike û evna jî bû sedema nerazîbûna Encûmena Parêzgeha Enbar.
Li gor Bas news di vê derbarê de Cîgirê Serokê Encûmena Parêzgeha Enbar Sadun Ubêd Şexlan got: ‘’Ligel ku ji bo parastina rewşa ewlekariya parêzgehê hêza ewlekariyê heye, lê niha dîsan jî hikûmeta Iraqê Hêza Operasyonên Cezîre pêk tîne.’’
Sadun Şexlan wiha axifî: ‘’Pêkanîna Hêza Operasyonên Cezîre li ser xeta sînorê navbera Iraqê û Sûriyê ne hewqasî pêwist e, ji ber li wan navçeyan hêzên parastina sînor, artêş û hêzên din ên ewlekariyê hene û dikarin serweriya Iraqê, sînorê welat û asayişê biparêzin.’’
Şexlan wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Pêkanîna wê hêzê binpêkirina desthilatên parlamento ye ku pêkanîna hêzeke wiha pesend nekiriye, evna jî serdemeke nû ya dîktatoriyê pêşanî me dide û armanca vê pêngavê jî mîlîtarîzekirina parêzgehê ye. Em ê nivîsarekê ji hikûmetê re bişînin ku ji wan bixwazin ka mebesta pêkanîna vê hêzê çiye.’’




