26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Exxon Mobil li Kurdistanê dest bi çalakîyên xwe kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Hukûmeta herêma Kurdistanê ragihand, ku mezine kompanyaya Amerîkayîya biwarê petrolê Exxon Mobil li Kurdistanê dest bi qonaxa yekem a geryan li dûv neftê kiriye. Hukûmeta Kurdistanê tekezî jî kiriye, ku destûra Iraqê rê dide Kurdistanê bo geryan bo vedîtina bîrên neftê girêbestan li gel kompanyayên neftê îmza bike.

Sefîn Dizeyî peyvdarê hukûmeta herêma Kurdistanê di evê bareyê de ji Şefeq Niyoz (Shafaq News) re ragihandiye, ku ´´kompanyaya Exxon Mobil a Amerîkayî qonaxa yekem a geryan li dûv petrolê dest pêkiriye ku xwe di encamdana pişkinîn û rûmalkirina ewan cihan dibîne ku ji bo geryan bo vedîtina neftê hatine destnîşankirin.´´ Sefîn Dizeyî herwisa amaje bi ewê yekê jî da ku qonaxa duyem jî karkirina  di ewan bîrên destnîşankirî de ye.

Di bareya bandora evê karê bi ser peywendîyên navbera Hewlêr û Bexdadê de, peyvdarê hukûmeta herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî da xuyakirin, ku madeyeke rohn û aşkira di destûr de heye sebaret bi ewê yekê ku geryan û vedîtina nû di desthilata îdareya parêzgehan an jî herêman de ye bi hemahengîy li gel hukûmeta federal de û hukûmeta Kurdistanê jî li ser evê esasê girêbest îmza kiriye û hîç arîşeyeke qanûnî û destûrî di evê bareyê de nînin.

Dizeyî daxwaza pesendkirina qanûna nef û gaza Iraqê kir bo çareserkirina ewan pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdadê de û tekezî jî kir, ku karê kompanyayên neftî li Kurdistanê hem sûd ji  bo herêma Kurdistanê heye û hem jî ji bo parêzgehên dinên Iraqê, çimku dahata nefta Kurdistanê bi hukûmeta federal dihê dan.

Dawîya heyva bihorî Reks Belarson serokê kompanyaya Exxon Mobil a Amerîkayî bi cuda li gel her yek ji Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê û Nûrî Malikî serok wezîrê Iraqa federal kom bû û bi wna re guftûgo li ser kar û çalakîyên evê kompanyayê li Iraqê û Kurdistanê kir.

Nûçeyên têkildar