26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî daxuyaniyek belav kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî peyamek li ser hinek daxuyaniyan got ku di ragihandin û torên civakî de hinek daxuyanî û nerîn weke helwest û nerîna PDKê hatine dîtin, lê nerîna PDKê tenê bi riya berdevkê PDKê tê eşkerekirin.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Di dema derbasbûyî de, di ragihandin û torên civakî de hinek daxuyanî û nerîn hatine belavkirin, ku gelek caran weke helwest û nerîna Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hatine dîtin.

Em li vir ji hemû aliyan re radigihînin ku her daxuyanî û nerînek, di bin her nav û nîşanekê de be, bi siyaseta PDKê ve girêdayî nîne û weke nêrîna fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) neyê hejmartin.

Tenê daxuyaniya Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) siyaset û helwesta fermî ya PDKê nîşan dide.

Mesûd Barzanî

11.1.2022”

 

Nûçeyên têkildar