Fazil Mîranî pêşwazî li Serokê HUDA-PARê kir

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtbîroya PDKê Fazil Mîranî pêşwazî li Serokê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) kir û got HUDA-PAR di warê netewî de xwedî roleke mezin bû. Serokê HUDA-PARê jî ji ber serkeftina PDK di hilbijartina dawî de, pîrozbahî li PDKê kir.
Îro Yekşema 9.1.2022 li avahiya Polîtbîroya PDKê Fazil Mîranî pêşwazî li Serokê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu û şanda pê re kir.
Di wê hevdîtinê de Fazil Mîranî jibilî bixêrhatina şanda mêvan, tekez kir ku HUDA-PAR roleke berçav hebû di warê netewî de.
Mîranî herwiha got ku pêwendiyên PDK û HUDA-PAR dîrokî û serkeftî bûne û di xizmeta hemû aliyan de bûne.
Fazil Mîranî behsa rewşa navçeyê kir û got ku her pirsgirêkek dikare bi riya diyalog û demokrasiyê çareser bibe.
Ji aliyê xwe ve, Serokê HUDA-PARê tekez kir ku partiya wî dost e ji bo mirovatiyê û piştevan e ji çareserkirina pirsgirêkan re, ew jî bi riya aştî û demokrasî. Herwiha tekez kir ku li cem wan berjewendiya milet di ser her berjewendiyekê re ye.
Serokê HUDA-PAR ji ber serkeftina PDK di hilbijartina Parlamentoya Iraqê de pîrozbahî li PDKê kir.





