26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fazil Mîranî û Serokê HAK-PARê rewşa navçeyê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtbîroya PDKê Fazil Mîranî pêşwazî li Serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Letîf Epuz Demîr kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan behsa rewşa navçeyê û pêşhatên nû kirin û Serokê HAK-PARê pêwendiyên partiya xwe bi pêwendiyeke dîrokî binav kir.

Îro Yekşema 9.1.2022 li navenda Polîtbîroya PDKê Fazil Mîranî pêşwazî li Serokê HAK-PARê Letîf Epuz Demîr û şanda pê re kir.

Di wê hevdîtinê de, Mîranî behsa rewşa navçeyê û pêşhatên nû kir û tekez kir ku bi yekrêziyê û bi riyên aştî miletê me dikare bighê armancên xwe.

Fazil Mîranî wiha got: “Di rojên nexweş de miletê me tekez kiriye ku alîkariya hevdu dikin û bi hewara hev diçin û pêwendiyên xwe bihêztir dikin, ji bo berjewendiyên miletê me û ji bo mirovatiyê.”

Ji aliyê xwe ve, Serokê HAK-PARê jî behsa partiya xwe kir û herwiha behsa rewşa niha ya Tirkiyê kir û got ku Tirkiye di rewşeke aborî xerab de derbas dibe.

Serokê HAK-PARê pêwendiyên partiya xwe û PDK bi dîrokî binav kir û hêvî kir ku ew pêwendî bihêztir jî bibin.

 

Nûçeyên têkildar