Derbazkirina bodcê Îraqê bi tenê kêşa parê kompaniya maye

Dihok-KDP.info/ Şandê kurdî bi serokatiya Aştî Hewramî wezîrê samanên siruştî di hikûmeta herêmê evro li Bexda li dor çarekirina parê kompaniyên nefitê yên herêmê kar dikin da li gel layenên hikûmeta Îraqê kombît.
Miweyed teyib peyvdarê lîsta hevpeymaniya Kurdistanî li perlemanê Îraqê bo evro diyarkir ku kumbûn evro li demjmêr 11 spêdê li avahiyê perlemanî dê destpêket ku biriyare serokên kutlên hevpeymaniya Kurdistanî, hevpeymaniya nîştmanî, kutla Îraqê û wezîrê nefita Îraqê û wezîrê pilandananê di pişkdar bin.
Miweyed Teyib diyarkir ku wan girintiyek li dor dana parê kompaniyên nefita li herêmê kar dikin ji hikûta bexda divêt ji ber ku di bucê Îraqê da, parê kompaniyan nehatî ye diyarkirin, lewma heke evro gehişte rêkikeftinekê çu aluzî li hember derbazkirina budcê Îraqê namînin û dê pesend bît




