Sekreterê Parta Demokrat a Kurd li Sûriye berev mezarê nemiran diçît

Dêrelok-KDP.info/şandek bi serperştiya sekreterê Parta Demokrat a Kurd li Sûriyê ku pêkhatbûn ji 57 hevalan ku ji Dêrkê bi piyan hatine û dê gehne ser mezarê Barzanî yê nemr li Barzan û şevê dî bûne mêvanên lêjna nawça dêrelokê, evro dê berev mezaran birêkevn.
Dr. Lezgîn Mihemed sekreterê Parta Demokrat a Kurd li Sûriya bo KDP.info ragehand: " Me weku parta Demokrat a kurd li Sûriya bifer zanî ku wefadariyeka bicuk pêşkêşî xebat û mandîbûna milletê Kurd û rêber û ser werê wan Barzanî yê nemr û Idrîsê ciwane merg bikeyn û herdem kesên dêrîn behis li serkirdên Kurd dikir lê pesna Barzanî yê nemr baştirîn pesin bûye ku ta niha jî li Kurdistana Rojava di mêşkê Kurdan de bûye wefadariyek bo rêbaza paka Barzanî ku dê bi piyan çîne sermezarê nemiran daku genc û lawên me xebat û mandîbûna wî ji bîrnekin."
Herwesa navbirî diyarkir ku ev 57 hevalên ewjî derbirînê ji damezrandina Parta me diketin ku li sala 1957 hatiye damezrandin.
Tê zanên ku şvê dî mîvanên lîjna nawça dêrelokê bûn û evro dê berev mezarê nemiran birêkevn




