Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Serokê Desteya Heşda Şeibî kir

Hewlêr-KDP.info- Îro Çarşema 05.01.2022 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Faleh Elfeyaz Serokê Desteya Heşda Şeibî kir.
Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên proseya siyasiya Iraqê, guftûgo û hewlên aliyan yên ji bo encamdana yekem civîna Parlemenê guftûgo kirin û di derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya federaliya Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin.




