26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK û YNK: Bila hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê di dema xwe de were kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro Çarşema 5.1.2022 li ser wê yekê li hev kirin ku hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê di dema xwe de were kirin.

Di daxuyaniya PDK û YNKê de hatiye: “Di çarçoveya hevahengî û karê hevbeş ê PDK û YNK de, îro şandeke taybet ji YNK û PDK li ser pirsa Destûrê Herêma Kurdistanê û pirsa hilbijartinan û Komîsyona Hilbijartinan a Kurdistanê, li navenda Polîtbîroya YNKê li Silêmaniyê civiyan û herdu alî yekalî bûn ku pêwîst e hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê di dema xwe de were kirin û amadesaziya niştimanî ya pêwîst were kirin û têgehiştineke hevbeş li ser makanîzmên yasayî û siyasî ji bo encamdana hilbijartinê were kirin.

Herdu alî yeknerîn bûn ku pêkve kar bikin ji bo bihêzkirina baweriyê li cem welatiyan bi proseya hilbijartinan û ev prose bi paqijî birêve biçe û biser bikeve.

Herwiha herdu aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku bi giyanê birayetî û wekhevî pêngavan bavêjin ji bo berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê.”


 

Nûçeyên têkildar