26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwazî li serokê demkî yê Parlemantoya Iraqê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li serokê demkî (parlemanterê herî bi temen) yê Encûmena Nûnerên Iraqê kir.

Îro Sêşema 04.01.2022 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mehmûd Meşhedanî Serokê Demkî yê Encûmena Nûnerên Iraqê kir.

Di civînê de, derbarê rewşa siyasî ya Iraqê ya piştî hilbijartinê û çawaniya birêveçûna yekem rûniştina Encûmena Nûnerên Iraqê û eger û pêşhatên siyasî de danustandina bîr û ramanan hat kirin.

Her di vê hevdîtinê de herdu aliyan tekezî li ser bicîkirina hersê prensîpên hevbeşî, lihevkirin û hevsengiyê û herwiha liberçavgirtina maf û para welatî û pêkhateyên Iraqê kirin.


 

Nûçeyên têkildar