Serok Barzanî û Tevgera Sedir tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr – Bexdayê kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke Pilebilind ji Tevgera Sedir a Iraqê kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan tekezî li ser girift û pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de kirin.
Îro Sêşema 04.01.2022 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke pilebilind ji Tevgera Sedir, bi serokayetiya Şêx Hesen Elezarî, kir.
Di hevdîtinê de herdu aliyan behsa proseya siyasî ya Iraqê û derencamên hilbijartinê û pêngavên ji bo yekem rûniştina Encûmena Nûnerên Iraqê û avakirina hikûmeta nû ya Iraqê kirin.
Herwiha Serok Barzanî û şanda mêvan tekezî li ser berdewamiya hewlên destpêkirina qonaxeke nû di proseya siyasî de û derbaskirina gefan û bersivdana daxwaz û îradeya welatiyan û çareserkirina girift û pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de kirin, ku ew yek jî pêk tê bi riya rasterêkirina proseya siyasî û liberçavgirtina daxwaza hemû pêkhateyên Iraqê.




