Firokên Turkiye gundên ser sînor top baran dikin

Amêdî-KDP.info/ Çar balefirên leşkerî yên Turkiya çiyayê Kurejar li hindava gundê Badan yê di navbera Dêrelok û Şêladzê da êvariya duhî top barankirin.
Reşîd Hefzulla xelkê gundê Hêtutê bo Evro diyarkir, ev cihê hatî ye top barankirin bi tinê 2 kîlumetiran dûre ji gundê badan û kumelkeha hêtutê û vê yekê jî tirs û dudiliyeka zor xiste dilê xelkê wan gundan ji ber ku niha werzî biharê ye û xelkekê zor qesta deverê kirî ye bo gil û giya.
Jêderekê ji hêzên êmnahiyê li Dêrelok bo Evro diyarkir, berî balefirên leşkerî vê deverê top baran bikin balefireka hewalgîriyê li hindavî deverê digeriya û got: (eve bo cara yekê ev layê çiyayî dihête top baran kirin û gelek nêzîkê cihê akincî bûnil gunmdên nahiya Dêrelukê bûye




