PDK: Em pêşwaziyê li biryara Dadgeha Federal dikin li ser pesenkirina encamên hilbijartinan

Hewlêr-KDP.info- Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) daxuyaniyek belav kir û helwesta xwe li ser biryara Dadgeha Bilind a Federal û pesendkirina encamên hilbijartinên giştî yên Iraqê nîşan da.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi daxuyaniyekê ragihand: “PDK pêşwazî li biryara Dadgeha Bilind a Federal dike li ser pesenkirina encamên dawî yên hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê, ku roja 10ê Cotmeha 2021ê de hat encamdan.”
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Ev biryar dê pêngavên destûrî li pey xwe bîne ji bo pêkanîna kabîneya bê ya hikûmeta federal.”
Herwiha hat destnîşankirin: “Em di heman demê de tekezî li ser lipeyçûna wan siteman dikin ku li partiya me hatin kirin ku bi neheqî ji kursiyên me du kursî hatin birin.”




