26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Polîtbîroya PDKê Cejina Jidayikbûna Hezretê Mesîh pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Bi boneya hatina Cejina Jidayikbûna Hezretê Mesîh (Silavên Xwedê li ser bin) em gerimtirîn pîrozbahiyan pêşkêşî xwişk û birayên Mesîhî li Kurdistan û Iraq û cîhanê dikin û em hêvîdar in ev cejin bibe cihê xêr û xweşiyê ji bo hemû aliyan.

Bi vê derfetê em dûbare şanaziyê bi vê ferheng û pêkhateyên cuda dikin û wek herdem em tekeziyê dikin li ser bihêzkirina kiltûrê bihevrejiyan û hevqebûlkirinê di nava tevahiya pêkhateyên olî û mezhebî û netewî yên cuda li Herêma Kurdistanê. Careke din em pîrozbahiyê li we dikin û hêviya cejneke xweş û bextewer ji we re dixwazin.

 

Polîtbîroya PDKê

24.12.2021

Nûçeyên têkildar