Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li welatiyên Xristiyan kir

Cejna jidayikbûna Hezretê Îsa yê Mesîh (silavên xwedê li ser bin) li hemû xwişk û birayên Xristiyan yên li Herêma Kurdistan, Iraq û tevahiya cîhanê pîroz dikim. Hêvîdar im ev cejn bi xêr û xweşiyê ji bo tevahiya mirovayetiyê vegerênê û aştî û bexteweriyê li gel xwe da bîne.
Kêfxweş im ku em hemû pêkve li Herêma Kurdistanê li gel welatiyên xwe yên Xristiyan vê cejnê lidar dixin. Di vê bîranînê de em hemû Kurdistaniyan piştrast dikin ku Herêma Kurdistanê wekî herdem bi landik û axa pêkvejiyanê û hevdû qebûlkirin û lêborîniyê dimîne û bihayên mirovayetiyê me hemûyan pêkve komdike.
Christmas li hemû aliyek pîroz bê, hêvîdarim cejn û helkeftên me yên paşerojê li rewşeke baştir da û dûrî li pejik û nexweşiyan bin.
Hemû salek bi xweşî.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
24.12.2021




