26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Xristiyanên Kurdistanê dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Cejna Jidayikbûna Hezretê Mesîh, peyameke pîrozbahiyê arasteyî tevahiya Xristiyanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir û tekezî li pêşvebirina kultura pêkvejiyana pêkhateyên Herêma Kurdistanê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Bi boneya jidayikbûna Hezretê Mesîh (silavên Xwedê lê be), pîrozbahiyê li tevahiya Kirîstiyanên Kurdistanê, Iraq û cîhanê dikim. Hêvîdar im rojên cejnê di xweşî, şadî û aramiyê de derbas bikin.”

Herwiha di peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hat: “Bi vê boneya pîroz de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dubare dike ku ew di pêşvebirina kultura pêkvejiyana aştiyane, lêborîn û parastina mafên tevahiya pêkhateyên Herêma Kurdistanê de berdewam dibe.”

 

Nûçeyên têkildar