26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Peyama Serok Barzanî bi boneya Cejna Jidayikbûna Hezretê Mesîh

Çavkanî: KDP.info

Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Bi boneya Serê Sala nû ya Zayînî û Cejna Jidayikbûna Hezretê Mesîh, ez gerimtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî temamî xwişk û birayên Xristiyan li Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim û hêviya xweşî û bexteweriyê ji wan re dixwazim.

Bi vê boneyê ez tekeziyê dikim li ser bihêztirkirina ferhenga pêkvejiyan û birayetiyê di navbera tevahiya pêkhateyên Kurdistanê û hêviya wê yekê dikim ku xwişk û birayên Xristiyan hemû cejin û helkeft û xweşiyên xwe bi aramî û aştî bikin. Hêvîdar im ku ev boneya han bibe sedem destpêka bidawîhatina nexweşî û êş û zilmê li hemû cîhanê û aştî û aramî û hevqebûlkirin bicîh werim.

 

Mesûd Barzanî

24.12.2021

 

 

Nûçeyên têkildar