26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezîrê Derve yê Îtalya Nêçîrvan Barzanî vexwend Romayê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Îtalyayê Luigi Di Maio civiyan û Luigi Di Maio, Nêçîrvan Barzanî vexwend bo Îtalyayê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Pêncşema 23/12/2021, li Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Derve yê Îtalyayê Luigi Di Maio şanda dîplomatîk û serbazî ya li gel kir.

Di civînê de, Nêçîrvan Barzanî ji ber piştgiriya Îtalyayê di şerê dijî DAIŞê de bo Iraq û Herêma Kurdistanê û herwiha ji bo meşq û rahênana Pêşmerge û alîkariyên mirovî, spasî û pêzanînên Herêma Kurdistanê dûpat kirin.

Di civînê de ku Balyozê Îtalyayê yê li Bexdayê û Konsulê Îtalyayê yê li Hewlêrê tê de amade bûn, Wezîrê Derve yê Îtalyayê tekezî li ser berdewamiya welatê xwe ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û herwiha pesnê rola Pêşmerge ya di têkbirina DAIŞê, mêvanperweriya Herêma Kurdistanê, hewandina koçber û penaberan da.

Wezîrê Derve yê Îtalyayê, Serokê Herêma Kurditanê Nêçîrvan Barzanî vexwend ku serdana Romayê bike û li ser peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê yên li gel Îtalyayê, herdu aliyan, daxwaza xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina warên alîkariya hevbeş, dûpat kirin, taybet jî di warên aborî û kultûrî de.

Rewşa siyasî û hilbijartinên parlamentoya Iraqê û encamên wê, hewlên damezrandian hikûmeta bê, pêşhatên şerê dijî DAIŞê, metirsiyên terorê, peywendiyên Hewlêr-Bexdayê û giftugoyên çareserkirina pirsgirêkan, rewş û girîngiya parastina aramî û seqamgiriya navçeyê bi giştî û çend mijarên din ên ji bo herdu aliyan cihê girîngiyê, ji wan babetan bûn ku di civînê de gotûbêj li ser hatin kirin.

Nûçeyên têkildar