Nêçîrvan Barzanî û Nûrî Malikî rewşa Iraqê nirxandin

Hewlêr-KDP.info- Serok Nêçîrvan Barzanî di derbarê encamên hilbijartina Encumena Nûnerên Iraqê, dûpat kir ku Iraq rewşeke taybetî heye û Herêma Kurdistanê tu demekê nabê beşek ji kêşeyan, belkû wekî herdem faktereke yarmetîder dibê ji bo çareserkirina rastiyaneya kêşeyan û gihîştina bi hevbeşiyeke rasteqîneya di navbera aliyên Iraqiyan.
Êvariya îro Çarşema 22.12.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya şandeke çarçêweya hemahengiya aliyên Şîîyan ya bi serokayetiya Nûrî El Malikî kir.
Di hevdîtinê de pêşhatên dawî ya rewşa siyasiya Iraqê, hilbijartina 10ê cotmeha derbasbûyî ya Encumena Nûneran û dilgiraniya wan aliyên ji encamên wê nerazî ne, proseya yasayî û pejirandin û tanedana li encamên wê hatin nirxandin.
Herdu alî hevnerîn bûn ku jibilî nerazîbûn û têbîniyên li ser encama hilbijartinan, rewş û gefên welat berpirsiyariya hevbeş û ewe dixwazê hemû hêz û aliyên Iraqî bi berçav girtina berjewendiya giştî û paşeroja welat, bigihin têgihiştineke hevbeş ya ji bo çareserkirina kêşeyan û derbaskirina rewşê û damezrandina hikûmetek ku bersîvderê daxwazên welatiyan bê, bikarê rûbirûyê gefên niha û paşerojê ya welat bibê û aramiyê biparêze.
Kêşeyên Hewlêr – Bexda, bernameya karê şandê û hevdîtin û civînên wan yên li Herêma Kurdistanê, çawayiya reftar kirina li gel rewşê û hewlên çareserkirina kêşeyan, mijarên dinên hevdîtinê bûn.




