26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parlamenterê AKPê Ensarîoglu êrişa li dijî Ehmed Turk şermezar kir

Çavkanî: AK News

Parlamenterê AKPê yê Diyarbekirê, Galîp Ensarîoglu, êrişa polîs a li dijî serokê DTK û parlamenterê Mêrdînê, Ehmed Turk li Batmanê şermezar kir.


Parlamenterê AKPê yê Diyarbekirê, Galîp Ensarîoglu, li hember êrişa li dijî Ehmed Turk nerazîbûn nîşan da û wiha got, “Êrişa li dijî mirovekî weke Ehemd Turk ku di nav kurdan de jê re hurmetek mezin tê nîşandan, mirov pirr xemgîn dike.”


Ensarîoglu, diyar kir, yên ku êrişî Turk kirine dê bên cezakirin û da zanîn, çi pêwîst bike hikûmetê dê bo vê yekê bike.
Tê zanîn, Ehemd Turk îro 20.03.2012 di pîrozbahiyên Newrozê yên Batmanê de, rastî êrişa polîs hatibû û krîza dil derbas kiribû. Turk vê gavê li nexweşxanê ye.

Nûçeyên têkildar