Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Îranê aramiya navçeyê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşema 21.12.2021 pêşwazî li Balyozê Komara Îslamiya Îran li Iraqê Îrec Mescîdî kir.
Di hevdîtinê de peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Komara Îslamiya Îranê û pêşxistina warên alîkariyên hevbeş, pêngavên dawî ya proseya siyasî li Iraqê û hewlên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, peywendiyên Hewlêr-Bexda û berdewamiya guftûgoya çareserkirina kêşeyên di navbera wan, metirsiyên terorê û êrîş û gefên vê dawiyê ya DAIŞê hate nirxandin.
Her du alî hevra bûn li ser girîngiya karkirina ji bo parastina aramiya navçeyê û pêşxistina peywendiyên welatên navçeyê li ser bingeha dostayetî û berjewendiya hevbeş, herwiha tekez li ser pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Komara Îslamiya Îranê kirin.
Balyozê Îranê yê li Iraqê Îrec Mescidî bi serdanekê hatiye Herêma Kurdistanê û îro li Hewlêrê di merasima vekirina pêşangeha kalûpelên Îranî de amade bû.




