PDK û YNK çend mijarên girîng gotûbêj kirin

Debaşan-KDP.info- PDK û YNK bi mêvandariya Bavil Celal Talebanî li Debaşana Silêmaniyê çend mijarên girîng ên derbarê rewşa Iraq û Kurdistanê gotûbêj kirin.
Polîtbîroyên PDK û YNK îro Yekşema 19.12.2021 civiyan û li ser çend mijarên giring axivîn, nexasim rewşa siyasî ya Iraqê piştî hilbijartinan û mafê Kurdan di hikûmeta nû de û herwiha yekxistina helwêsta partiyên Kurdistanê li ser temamî dosyên girîng ên netewî û niştimanî.
Çêkirina bernameyeke hevbeş ji aliyê partiyên Kurdistanî li ser bingeha şirîkatiya rastîn û tifaq û hevsengiya destûrî mijareke din a civînê bû.
Herdu alî hevnerîn bûn li ser piştevanîkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkan ji hemû aliyê ve, bi taybetî ji aliyê rewşa xelkê.
Herwiha herdu aliyan behsa metirsiyên ewlehiyê û serbazî yên terorîstên DAIŞê li Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî kirin û herdu aliyan gotin ku pêwîst e hevahyengî hebe di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqê li wan navçeyan.




