26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Ji bo alîkariya ziyandîtiyên lehiyê tişta ji destê me tê emê bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê lehiya li Hewlêrê û ziyanên wê de gotarek pêşkêş kir û ragihand ku tişta di şiyana wan de ye, ew dê ji bo ziyandîtiyên lehiyê bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di konferanseke rojnamevanî de got, “Tevî ku lehî karesateke xwezayî ye jî, ev yek li pêşiya me nabe asteng ku em lêkolînan bikin bê ka egera kêmasî hene yan na.”

Mesrûr Barzanî ragihand ku wan lîjneyek ji bo lêkolînkirina bûyerê pêk aniye û tekez kir ku tişta ji destê wan tê ew dê bikin ji bo hevkarî û alîkariya ziyanpêketiyan. Jibilî hêzên polîs, Zêrevanî û Pêşmerge jî li gel tîmên xizmetguzarî û hawarçûnê, di amadebaşiyê de ne ji bo ku alîkariya xelkê bikin.

Mesrûr Barzanî ku piştî civîna li parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw û berpirsên din ên bajêr, gotarek pêşkêş kir, tekezî li ser wê kir ku ew dê planên demdirêj amade bikin li ser vê rewşê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê sersaxî ji malbat û kesûkarên qurbaniyên lehiya Hewlêrê re xwest û diyar kir, wan hemû derfetên xwe pêşkêş kirine ji bo alîkariya xelkê ziyanpêketî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir jî, ziyanên madî yên çêbûnê, dê bên texmînkirin.

Mesrûr Barzanî daxwaz ji tevahiya desthilatên xwecihî yên li tevahiya parêzgehên Herêmê kir, ji bo egera lehiyên din di amadebaşiyê de bin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê piştre serdana deverên ku ziyan ji lehiyê dîtine kir û ji nêzîk ve rewş şopand û guhdariya ziyandîtiyan kir û got ku divê di demeke nêzîk de bêne qerebûkirin.

 

Nûçeyên têkildar