25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî Cejna Rojiya Êzî pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina cejna Rojiya Êzî, pîrozbahî li tevahiya xwişk û birayên Êzîdî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Cejna Rojiya Êzî, li tevahiya xwişk û birayên Êzîdî dikim. Hêvîdar im ev cejn, di keşeke pir xweşî û şadî de derbas bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam dibe li ser xizmetkirina hemû tex û çînên civakî û mokomkirina kultura pêkvejiyana olî û netewî li Herêma Kurdistanê dubare dike.

Di peyamê de hat jî: “Bi vê helkeftê, em careke din pêdagiriyê li ser asayîkirina rewşa Şingalê û derdora wê dikin, bi riya cibicîkirina rêkeftina Şingalê û derçûna hêzên çekdar ên neyasayî ji deverê, da ku xwişk û birayên Êzîdî yên koçber bikarin bi serbilindî vegerin ser cih û warên xwe û deverên wan bêne avedankirin.

 

Nûçeyên têkildar