25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Peyama Serok Barzanî bi boneya Cejna Rojiya Êzî

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi boneya Cejna Rojiya Êzî pîrozbahî li Kurdên Êzîdî kir û ragihand, Kurdistan serzemîna pêkvejiyana netew û ayînên cuda ye.

Serok Mesûd Barzanî bi boneya Cejna Rojiya Êzî ya Kurdên Êzîdî peyamek belav kir.

Serok Barzanî di wê peyamê de germtirîn pîrozbahiyên xwe li xwişk û birayên Êzîdî yên li Kurdistan û seranserê cîhanê kirin.

Di beşeke din a peyamê de Serok Barzanî hêviya xwe derbirî ku ev cejn şadî, aramî û bextewariyê ji bo xwişk û birayên me yên Êzîdî bîne û dawî li êş û azarên wan bîne.

Herwiha Serok Barzanî diyar kir ku Kurdistan cihê pêkvejiyana netew û ayînên ciyawaz û tekezî li ser kûrtirkirina wê çanda pêkvejiyanê kir.

 

Nûçeyên têkildar