26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Brett McGurk pêşhatên dawî û pirsa Kurd li Sûriyê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Rêkxerê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê Amerîkayê Brett McGurk civiyan û di wê civînê de McGurk ragihand ku welatê wî dê ji bo têkşandin û rûbirûbûna DAIŞê li ser piştgîriya Herêma Kurdistanê û Iraqê berdewam be.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Duşema 13.12.2021an li Hewlêrê pêşwazî li Rêkxerê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê Amerîkayê Brett McGurk û şanda ligel kir.

Di civînê de di civînê de Balyozê Amerîka yê li Iraqê û Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Robert Palladin amade bûn, behsa birêveçûna hilbijartina Iraqê û avakirina hikûmeteke nû li Iraqê hat kirin.

Di civînê de Nêçîrvan Barzanî dema serdana McGurk ya li Iraq û Herêma Kurdistanê bi girîng da zanîn û tekez kir ku guhertina erkê hêzên Amerîka û Hevpeymanan li Iraqê, nîşandina berdewamiya pêgiriya Amerîka bi piştgîrîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê, peyameke girîng e.

Nêçîrvan Barzanî û McGurk hev nerîn bûn ku DAIŞ metirsiyeke rasteqîne ye û ji bo rûberûbûna wê û têkşikandina wê, hê jî Iraq pêwîstî bi berdewamiya piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî heye.

Brett McGurk tekez kir ku Amerîka dê berdewam be li ser piştevanîkirina Herêma Kurdistanê û Iraqê di têkşikandina DAIŞê de.

Herwiha Mcgurk sersaxî ji malbatên şehîdên Pêşmerge re xwest ku di êrîşên vê dawiyê yên DAIŞê de şehîd bûne.

Di beşeke din a civînê de herdu aliyan behsa hilbijartin û encamên wê û pêşbîniya ji bo paşeroja proseya siyasî li Iraqê, guftûgoya di navbera hêz û aliyên Iraqiyan, hewlên ji bo damezrandina hikûmeta nû ya federal, rewşa ewlekarî, leşkerî, aborî ya Iraqê, êrişên DAIŞê, hevkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, diyaloga stratejîk a ya di navbera Iraq û Amerîkayê de û derfetên pêşxistina peywendiyên di navbera herdu aliyan de kirin.

Herdu aliyan tekezî kirin li ser pêdiviya hevahengiya di navbera aliyên Iraqî de ku bikarin hikûmetekê ava bikin hemû aliyan li xwe bigre û bersiva daxwaziyên welatiyan bide û aramî û asayîşê bo wan dabîn bike.

Rewşa navxweya Herêma Kurdistanê, peywendiyên Iraqê li gel welatên navçeyê û cîhanê, rewşa navçeyê bi giştî, pêşhatên dawî yên Sûriye û pirsa Kurd li Sûriyê û çend babetên din ên hevbeş, mijarên civînê bûn.

 

Nûçeyên têkildar