26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serbest Lezgîn: Divê em yekrêziya xwe biparêzîn û berhev bin bo her pêşbîniyekê

Çavkanî: KDP.info

Zaxo-KDP.info/ Serbest Lezgîn berpirsê liqê 8ê Partiya Demokrat a Kurdistanê bo pitir agehdarbûn li ser rewşa siyasî û seqamgîrî û abûriya herêma Kurdistan û Iraqê, simînareka cemawerî bo kesayetî û rîhsipî yên sînorê lijna nawça batêlê li komelgeha girşînê sazkir.

Serbest Lezgîn di simînarê de xoyakir ku pêkînana hikumeta Iraqê li ser biniyatê şeraketa hevbeş bi destpêşxeriya serok Barzanî hate pêkînan lê Nurî Malkî bicihînana naveroka rêkeftina Hewlêrê piştgwe xstiye û Iraq berev qeyraneka aloz bir.

Berpirsê liqê heşt got jî guherînên li Rojhelata Navîn delîveka zêrîne bo netewa kurd peyda kiriye lewra divêt em yekrêziya xwe biparêzîn û berhev bîn bo her pêşbîniyekê.

Serbest Lezgîn di tewerekê dî de amaje bi rewşa abûriya herêmê kir û diyar kir ku siyaseta hikûmeta herêmê bi taybet ya kabîna pêncê pêşkeftineka berçav di biyavê aburê kurdistanê da peyda kir.

Berpirsê liqê amaje daye rewşa xelkê deverê û ew kar û pirojên hikûmeta herêmê bo hawlatiyan bicih dîne û kêm û kasiyên deverê ji layê xizmetguzarî ve û gwedariya gile û gazindên wan kir û soz da ku li gurey berjewenda giştî harîkar û piştevanê daxaziyên xelkê deverê bin

Nûçeyên têkildar