26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwazî li Patryarkê Kenîseya Kilanî li Iraq û cîhanê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî îro Yekşemê li Selahedîn pêşwazî li Patryarkê Kenîseya Kilanî li Iraq û cîhanê Kardînal Liwîs Sako kir.

Di wê hevdîtinê de, ku Metran Werde amade bû, herdu alî li ser rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên Iraqê axivîn û Patryarkê Kenîseya Kilanî li Iraq û cîhanê daxwaz kir ku Serok Barzanî roleke bibîne di jihevnêzkbûna aliyên siyasî yên Iraqê û di bidestveanîna aramiyê li Iraqê.

Her di wê civînê de, rewşa Xristiyanan li Iraq û Herêma Kurdistanê hat nirxandin û tekezî kirin li ser bihêzkirina bihevrejiyan û biratiya di navbera pêkhateyan de.

 

Nûçeyên têkildar