Wezîrê derve yê Amerîka: Dema çûna Beşar Esed hatiye

Wezîrê derveyê Amerîka John Kerî li Lenden a paytextê Brîtaniya ragihand, ku berdewamîya tundûtîjîyên li Sûrîyê wek belgeyek diselimînin ku dema ewê yekê hatiye ku Beşar Esed posta xwe bi cih bihêle.
John Kerî ku di çarçoweya serdana xwe ya bo Brîtaniya de li gel wezîrê derveyê Brîtaniya wiliyam Hîg dîdar kir û bi wî re beşdarî di kofranseke rojnamevanî de kir, herwiha tundûtîjîyn dij bi hevwelatîyên sivîl ên Sûrîyê şermezar kir.
Ji alîyê xwe ve wezîrê derveyê Brîtaniya Wiliyam Hîg daxwaz kir, ku zêdetir hevkarîya opozisiyona Sûrîyê bihê kirin, da ku bi lez dawî bi ewê milmilanîya niha bide.




