25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî bo Yekîtiya Jinên Kurdistanê: Kar ji bo bihêzkirina hizra netewî û niştimanperweriyê bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro Şemiya 11.12.2021ê Serok Mesûd Barzanî bi boneya 69.mîn salvegera damezrandina Yekitiya Afretên (jinên) Kurdistanê peyamekî pîrozbahiyê belav kir û sekreter û endamên mekteba rêveberiya Yekîtiya Jinan pîroz kir û ragehand: “Bi boneya 69.mîn salvegera damezrandina Yekitiya Jinên Kurdistanê pîrozbahiyekî germ li we û hemûn endamên rêxistina we ya tekoşer û hemû jinên Kurdistanê dikim.”

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Yekîtiya Jinên Kurdistanê ezmûneke serkeftî ya beşdariya jinan bû di jiyana siyasî û civakî ya Kurdistanê de bûye û yek ji destkeftên giring ên şoreşa mezin a Îlonê ye ku rola xwe sepand û bidestxistina mafên jinan di qonaxên cuda cuda de bi başî rol girt.”

Serok Mesûd Barzanî teqez kir: “Yekîtiya Jinên Kurdistanê rêxistineke tekoşer a nav şoreşê û xebata gelê Kurdistanê ye, ku derveyî piştevaniya şoreşê û Pêşmerge jî erkê xwe di pêgehandin û hişyar kirina jinan û berevanî li mafên wan kirin jî bicîh gihandiye.”

Herwaha got: “Di dema niha de jî pêwîst e Yekîtiya Jinên Kurdistanê di çarçoveya çanda pêkve jiyan û şaristanî û wekhewî û nehiştina tûndûtîjiya malbatî û civakî de kar ji bo bihêzkirina hizra netewî û niştimanperwer û demokrasiyê di nav rêzên xwe de bikin.”

 

Nûçeyên têkildar