Serok Barzanî û Muqteda Sedir rewşa siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî û Rêberê Tevgera Sedir Seyid Muqteda Sedir îro Pêncşema 9.12.2021ê di pêwendiyeke telefonî de rewşa siyasî ya Iraqê û derencamên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê guftûgo kirin.
Her di wê pêwendiyê de tekezî li pêwîstiya berdewamiya guftûgoyên di navbera aliyan û dariştina projeya hevpeymaniyekê di navbera aliyan de hat kirin, ew jî bi armanca çareserkirina pirsgirêkan û cibicîkirina îradeya gel û xizmetkirina berjrewendiyên tevahiya pêkhateyên Iraqê.




