25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Em ji bo alîkariya projeyên hunerî xemsariyê nakin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dibêje, hikûmet ji bo alîkariyên projeyên hunerî xemsariyê nake.

Îro Çarşema 08.12.2021ê li Hewlêrê merasîma 100 saliya Serhildana Şanoya Hewlêrê birêveçû. Serokwezîr Mesrûr Barzanî beşdarî merasîmê bû û gotarek pêşkêş kir.

Di merasîmê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî got:’’Şanoger, hunermend, rewşenbîr, zor zor bi xêr hatine, ez xwe gelekî bextewer dizanim ku rê hat dayîn ji min re ku beşdar bibin û îro ligel we yadkirina vê boneya bikim.

Di berdewamiyê jî de Mesrûr Barzanî ragihand: ‘’Îro yadkirina 100 saliya serhildan û peydabûna tevgera şanogeriyê li bajarê Hewlêrê em dikin ku di sala 1921ê de  li dibistana Erbîl Ula hatibû pêşkêşkirin û weke destpêka nimayişkirina şano li Hewlêr û Kurdistanê tê zanîn. Destxweşiyê li rêkxerên vê yadê dikim ku hewleke bi arasteya zîndîhiştin û yadkirina mêjûya dêrînî bajarê Hewlêrê ku weke dizanin yek ji kontirîn bajarê cîhanê ye ku jiyan û nîştecîbûn têda berdewame.’’

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn: ‘’Diyar e, yekem şanogerî li Hewlêrê derbarê jiyan û azayetî û dadperwerîya serkirdeyê kurd Sellahedînê Eyubî bû ku ligor çavkaniyên mêjûyî, xelkê gundê Duynê yê ser be bajarokê Pîrmamê yê ser bi parêzgeha Hewlêrê bûye û piştre ji bo Tikrîtê koç kiriye. ‘’

Serokwezîr Mesrûr herwiha got: “Hunermend dikarin dîrok, êş û azarên gelê me bi rêya şanoyê bigihînin civaka navdewletî û cîhanê.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir, hikûmet ji bo piştevanîkirina hunermendan dudil nabe û amaje bi wê yekê kir ku Kurdistan di krîzeke aborî de derbas bûye û heta niha jî bandorên wê diyar in.

 

Nûçeyên têkildar