Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka bo Mesrûr Barzanî: Emê berdewam bin li ser alîkariya Pêşmerge

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nameyek ji Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Lloyd Austin wergirt.
Di nameyê de, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka tekezî li ser girîngiya berdewambûna pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka û hevahengiya ji bo rûbirûbûna teroristên DAIŞê dike.
Di beşeke din a nameya Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka de hatiye: “Em spasiya rola girîng a Pêşmerge di têkşikandina DAIŞê de dikin û bi rêz û pêzanînê me ji bo qurbaniyên Pêşmerge yên di şerê li dijî DAIŞê de hene.”
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka amaje bi wê yekê dike ku Amerîka berdewam dibe di hevkariya hêza Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Iraqê de ji bo rûbirûbûna teroristên DAIŞê, bi taybet di warê şêwirmendî û pevguhartina zanyarî û hewalgiriyê de.
Di dawiyê de, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka tekeziyê li ser wê yekê dike, “Pêwendiyên taybet di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de hene li ser bingeha nirx û rêzgirtina hevbeş. Em pêşwaziyê li karê hevbeş ê di navbera me herdu aliyan de dikin. Spas ji bo pêbendbûba we ya bi şirîkatiya girîng a di navbera me de.”




