Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Saziya Danielle Mitterrand kir

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Mesrûr Barzanî îro Sêşema 7.12.2021an, pêşwazî Gilbert Mitterrand, kurê dosta dêrîn a gelê Kurdistanê Danielle Mitterrand û Serokê Dezgeha Danielle Mitterrand – France Libertes kir.
Di hevdîtinê de ku Balyozê Fransa li Iraqê Eric Chevalier û Konsulê Giştî yê Fransa li Hewlêrê Olivier Decottignies amade bûn, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bi rêz pêzanînê behsa helwesta dostane û piştevaniya Danielle Mitterrand û François Mitterrand kir di rojên dijwar de piştevanya gelê Kurdistanê kirin, ji ber wê herdem kar û helwestên wan di bîra gelê Kurdistanê de zindî dimînin.
Serok Barzanî tekezî li wê kir, dilsozî û firmêskên xanim Danielle Mitterrand ji bo zordariya li gelê Kurd hatiye kirin, ti carî ji bîra wî naçe. Ragihand jî, gelê Kurdistanê her çi ji bo Danielle Mitterrand bike, her kêm e û ne di asta alîkarî û dilsoziya xanim Danielle Mitterrand bo gelê Kurdistanê de ye.
Serokê Dezgeha Danielle Mitterrand – France Libertes amaje bi wê yekê kir ku pêşketina Herêma Kurdistanê û serkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, cihê hêvî û omîdê ye û wî amadehiya xwe jî ji bo piştevaniya Herêma Kurdistanê li navendên dîplomasî yên cîhanê dubare kir.




