25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî teqîna Besrayê şermezar kir: Ji bo pêşwazîkirina li birîndaran em amade ne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî teqîna îro ya li Besrayê ya ku tê de hejmarek ji welatiyan hatin kuştin û birîndarkirin şermezar kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de got: “Em bi tundî êrîşa terorîstî ya hovane şermezar dikin ku îro li navenda bajarê Besrayê bi rêya motorsîkleke bombekirî kir armanc û di encamê de hejmarek welatî hatin şehîdkirin û birîndarkirin.”

Got jî: “Em sersaxiyê ji malbat û kesûkarên şehîdan re dixwazin û hevxemiya xwe bi wan nîşan didin. Em ji Xwedayê mezin hêvî dikin ku giyanê şehîdan bi dilovaniya xwe şad bike û sebir û aramiyê bide malbatên wan.”

Herwaha got: “Em hêviya başbûna bilez ji ji birîndaran re dixwazin û em dubare dikin ku Herêma Kurdistanê amade ye pêşwazî li birîndaran bike û hemû xizmetguzarî û pijîşkî li nexweşxaneyên xwe ji wan re pêşkêş bike.”

 

Nûçeyên têkildar