25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî bo kurê Danielle Mitterrand: Dilsozî û rondikên dayka te ti carî ji bîra me naçe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî îroSêşema 7.12.2021an, pêşwazî li kesayetiya Fransî û kurê Danielle Mitterrand, Gilbert Mitterrand kir.

Di hevdîtinê de, Serok Barzanî pêzanîna xwe ji bo hevsozî û rola dîrokî ya Danielle Mitterrand di alîkariya bi gelê Kurdistanê nîşan da û ew bi miroveke mezin û dosteke mezin bi nav kir.

Serok Barzanî tekezî li wê kir, dilsozî û rondikên Danielle Mitterrand ji bo zordariya li gelê Kurd hatiye kirin, ti carî ji bîra wî naçe.

Ragihand jî, gelê Kurdistanê her çi ji bo Danielle Mitterrand bike, her kêm e û ne di asta alîkarî û dilsoziya Danielle Mitterrand de ye ku ji bo gelê Kurdistanê kiriye.

Serok Barzanî spasiya gel, hikûmet û serokên Fransayê kirin ku hemû rewşan de piştevanî li gelê Kurdistanê kirine.

Ji aliyê xwe ve, Gilbert Mitterrand spasiya Serok Barzanî û gelê Kurdistanê li hember dilsoziya ku bi Danielle Mitterrand kirine kir.

Balyozê Fransa li Iraqê û Konsulê Fransa li Hewlêrê jî di civînê de amade bûn.

 

Nûçeyên têkildar