25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Elhelbûsî proseya siyasî nirxandin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Elhelbûsî Serokê Hevpeymaniya Teqedum, tekezî li ser rol û amadehî û pêgeha herdu pêkhatên Kurd û Sunne ya di proseya siyasî ya Iraqê de wekî du hevbeşê serekî li gel pêkhateya Şîe û pêkhatên din de, herwiha di girîngiya alîkarî û hevdû têgihîştina hevbeşî ya di navbera hêz û aliyên Iraqiyan de kirin ji bo hengav avêtina di derbarê proseya siyasî de û damezrandina hikûmetek ku komkerê alî û pêkhatên Iraqiyan û bersîvderê xwest û daxwazên welatiyan bê li dabînkirina aramî û xizmetguzarî û jiyaneke baştir.

Di hevdîtina Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Mihemed Elhelbûsî Serokê Hevpeymaniya Teqedum da ku nîvroya îro Sêşema 07.12.2021 li Hewlêrê birêve çû, her wiha behsa pêşhatên dawî yên şerê terorê û êrîşên vê dawiyê yên DAIŞê kirin bi taybetî li navçeyên valahiya emnî li navbera Artêşa Iraq û Pêşmerge de ku di encamê de hejmarek şehîd li rêzên artêş û Pêşmerge û welatiyan de pêkhat.

Herdu aliyan tekezî li ser girîngî û pêwîstiya çalakkirina zêdetir û leziya mekanîzma hemahengiya di navbera artêş û Pêşmerge kirin ji bo rûbirûbûna terorîstan û têkşikandina wan, her wiha rasterêbûna proseya siyasî û aramiya siyasiya li welat, bi pêwîstiyeke li pêşîneya serkeftina li şerê dijî terorê dane zanîn.

 

Nûçeyên têkildar