Li rojhelatê Kurdistanê rewşa ne asayî hate ragehandin

Rojhelatê Kurdistanê-KDP.info/ Piştî kuştina sê fermandarên Îranê li rojihelatê Kurdistanê hêzên serbazyên Îranê dest bi operasiyoneka mezin li deverên kurdî kirine û rewşa neasayî hatî ye ragehandin û çi hêz û giropekê jî berpirsiyariya xwe li hember kuştina wan fermandaran diyar nekirî ye.
Jêderekê ji rojihelatê Kurdistanê ragehand ku yek ji fermandarên beriniyas yê sopayê Îranê bi navê hemîd tebatebayî li rojihelatê Kurdistanê ji aliyê kesên nenas ve hatî ye kuştin û çend roj beriya wê rûdanê jî du fermandarên dî jî hatibûne kuştin û got: (heta niha çi part û aliyekê berpirsiyariya xwe li hember wê rûdanê diyar nekirî ye û ragehandinên Îranê jî dibêjin ku giropên çekdar ew kare encam dayine û em dê tola wan rakeyin û ji bo wê meremê jî niha li gelek der veran dest bi operasiyoneka mezin hatiyekirin).
Heman jêderê ew yek jî diyarkir ku operasiyon hem li nav bajaran û hem jî li deverên çiyayî dest pê kirîne û li gur agahiyên gehiştine destê me dê ew operasiyon çend rojan berdewam bin û got: (heta niha çi şerek di navbera hêzên Îranê li gel çi giropekê dest pê nekirî ye lê ji ber wan operasiyonan niha rewşeka neasayî hatî ye ragehandin û hatin û çûna welatiyan bo deverên çiyayî hatî ye qedexekirin, lê heta niha çi kesek jî nehatî ye desteserkirin lê operasiyon berdewamin û hatin û çûna di navbera bajarên kurdî jî niha bi temamî li jêr çavdêriya hêzên êmnahiyê daye û li bajarên wek urmiyê û sinê çavdêriyeka tund heye.
Dihête zanîn piştî rêkikevtina di navbera partiya jiyana azad ya Kurdistanê û sopayê Îranê ji sala burî ve heta niha çi çalakiyek serbazî li rojihelatê Kurdistanê nehatiyekirin û niha xala cihê sernicê ewe ka ew çalakî ji aliyê çi kes û giropan ve hatiyekirin û merema serekî çî ye? Lê sebaret bi wê yekê jî dezgehên ragehandinên Îranê zaniyariyên zêdetir belav naken. Lê malperê îrade ya ser bi sopayê Îranê di nûçeyekê kurt da diyarkirî ye ku ceneralekê Îranê li parêzgeha Kurdistan li Îranê bi destê çekdarên neniyas ve hatî ye tîrorikirin




