26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

90 Hezar penaber li Kurdistanê ne û du kampên din dê bêne vekirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Duhî Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî û Nunera Nivîsgeha Bakûr ya NY di presskonferanseke hevbeş de behsa hevkariyên Hikûmeta Kurdistanê yên ku, pêşkêşî Penaberên Sûriyayê kiriye kirin.

 

Di beşek ji vê presskonferansa han de Parêzgarê Hewlêrê diyar kir ku, heta niha 90 hezar Penaber hatine Kurdistanê û ji wan 19 hezar kes li Parêzgeha Hewlêrê, 5 hezar li Parêzgeha Silimanî û 62 hezar jî li Parêzgeha Dihukê hatine bicîhkirin.

 

Ji aliyê xwe ve jî birêvebira nûsîngeha bakûr a rêxistina Neteweyên Yekbuyî bo karûbarên penaberan Buşra Haîpota ragihand: " Me li gel wezareta navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê axivîne ku du kampên din li Hewlêrê û Silêmaniyê bo penaberên Sûriyê bêne vekirin ji bo ku baştir pêdiviyên wan bighên wan

Nûçeyên têkildar